Karwana Hêvîyê li Îdlîbê di konbajêran de alîkarî belav kir

Karwana Hêvîyê li Îdlîbê ji mixtacên ku ji ber zilm û êrîşên rejimê revîyane re alîkarîya cilên zivistanê kir.

Ekleme: 01.02.2022 14:40:30 / Güncelleme: 01.02.2022 14:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sîwîlîn ku li bakura Sûrîyeyê ne û ji ber zilma rejimê revîyane, di çadiran de jîyan dikin.

Sîwîlên ku di çadiran de dimînin, di vê mehên zivistana giran de jîyana xwe bi zorê derbas dikin û hêvîya destekî alîkarîyê ne. Bi taybetî  zarok ji vê rewşa xirab gelek tesîrdar dibin. Malbat û zarokên ku êzing û komirên wan tuneye, ew tiştên ku li derdorê hene dişewitînin û xwe germ dikin. Bi taybetî bi şev di çadiran de rewşekî xirab çêdibe.

Karwana Hêvîyê ya ku ji vê dirama însanîyetêyê re bêdeng namîne, di encama kampanyaya alîkarîyê de ku wan alîkarîyan jî ji teref xêrxwazan hatîye kom kirin, ji mixtacan re şîyand.

Mehmet Faîk Doganê Koordînatorê Herêma 2yemîn a Weqfa Karwana Hêvîyê îfade kir ku ew ji mixtacên ku di çadiran de dimînin re; betanî, êzing, komir, cilên zivistanê û tiştên xwarinê belav kirin.

Dogan di axavtina xwe de destnîşan kir ku li gundên Îdlîb û Helebê bi dehan kampê çadiran hene, di wan kampan de ji 2 mîlyonî zêdetir sîwîl jîyan dikin, ekserîyetê sîwîlan jî zarok û pîrek in.

Dogan ragihand ku, di wan çadiran de qrîzeke însanî heye û bi taybetî zarokên li wê derê jî bêsol û bêqapût in, ji ber vê yekê ji sermayê gelek tesîrdar dibin.

Dogan di axavtina xwe de bal kişan de ku lazim e ji wan zarokan re alîkarî bê kirin û ji ber vê yekê hemû kes çi ji destê wan bê bila bikin. (ÎLKHA)