HAMASê Îmaratê re bertek nîşan da

HAMAS, ji Îmaratê re ji ber ku ji Herzogê Serokê rejima îşxalker re mazûvantî kirîye bertek nîşan da.

Ekleme: 31.01.2022 16:05:31 / Güncelleme: 31.01.2022 16:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derheqê meselê de ji teref HAMASê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Em ji teref Îmaratê ve qebûlkirina Herzogê Serokê rejima îşxalker  şermezar dikin û cardin jî dibêjin ku em bi rejima îşxalker ve normalîyê qebûl nakin. Di wan demên dawîn de êrîşên rejima îşxalker zêde bûne ku ji ber vê yekê ev zîyareta ku di vê demê de hatîye kirin gelek tiştekî şermdêr e û ev zîyaret înkarkirina heqên Filistînîyan jî zêde dike. Em ji vê derê bang dikin ku bila devji vê normaltîyê bi lez vegerin.”

Isaac Herzogê rayedarê rejima îşxalker, ji bona ku bi rayedaran re hevdîtinek bike û 2020î Expoya Dubaîyê zîyaret bike roja yekşemê bi tevî pîreka xwe çûbû Îmaratê.

Herzog di balafirgehê de ji teref Abdullah Bîn Zayedê Wezîrê Karên Derve yê YEMê, di seraya serokatîyê de jî ji teref Muhammed Bîn Zayedê Prensê Welîahtê Abu Dabîyê ve hat pêşwazîkirin. (ÎLKHA)