Ji bo 4 bajaran hişyarîya aşît,cemed û qeşayê hat kirin

Ji teref Meterolojîyê ve ji bo bajarên Wan, Colêmêrg, Bidlîs û Mûşê re hişyarîya aşît, cemed û qeşayê hat dayîn.

Ekleme: 31.01.2022 16:05:30 / Güncelleme: 31.01.2022 16:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya meteorolojîyê tê texmînkirin ku  li derdorê Bidlîs û Mûşê di seatên serê sibê û nîvroyê de, li başûra Wanê jî di seatên serê sibê de û li derdorê Mûşê jî di seatên êvarê de berf bibare. Ji ber vê yekê ji xelqê re hişyarîyê hat  kirin.

Hişyarîya cemed û qeşayê: Dibe ku di seatên serê sibê de cemed û qeşa çêbibe, ji ber vê yekê mirov bila dîqqet bikin.

Hişyarîya aşîtê: Ji ber ku li çîya û kaşan berf heye hişyarîya aşîtê tê kirin, rayedar û mirov bila bi tedbîr bin. (ÎLKHA)