Li Keşmîrê 5 micahid şehîd bûn

Li Keşmîrê yê ku di bin îşxala Hîndîstanê da ye di navbera micahid û leşkerên Hîndîstana îşxalker de pevçûn pêk hat, di encama pevçûnê de 5 micahidên ku endamên Ceyş-î Muhammed û Leşker-î Tayyîbeyê ne şehîd bûn.

Ekleme: 31.01.2022 10:05:27 / Güncelleme: 31.01.2022 10:05:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li herêma Budgam û Pulwamayê ku li başûra Srînagara Keşmîrê ye bi çekan pevçûn pêk hat.

Li gorî agahîyên ku ji Çapemenîya Keşmîrê hatine bidestxistin, malên micahidên ku endamên Ceyş-î Muhammed û Leşker-î Tayyîbeyê ne li ser îxbarekî hat dorpêçkirin. Di encama dorpêçê de di navbera micahid û leşkeran de pevçûn pêk hat.

Hat destnîşankirin ku di encama pevçûnê de 4 micahidên endamê Ceyş-î Muhammed û micahidekî yê endamê Lekşker-î Tayyîbe şehîd bûn.

Hat ragihandin ku di nav wan kesên ku şehîd bûne de ji wan yek jî Zahîd Wanîyê ku ji Fermandarên Ceyş-î Muhammed e. (ÎLKHA)