Li herêma Budgam û Pulwamayê ku li başûra Srînagara Keşmîrê ye bi çekan pevçûn pêk hat.
Li gorî agahîyên ku ji Çapemenîya Keşmîrê hatine bidestxistin, malên micahidên ku endamên Ceyş-î Muhammed û Leşker-î Tayyîbeyê ne li ser îxbarekî hat dorpêçkirin. Di encama dorpêçê de di navbera micahid û leşkeran de pevçûn pêk hat.
Hat destnîşankirin ku di encama pevçûnê de 4 micahidên endamê Ceyş-î Muhammed û micahidekî yê endamê Lekşker-î Tayyîbe şehîd bûn.
Hat ragihandin ku di nav wan kesên ku şehîd bûne de ji wan yek jî Zahîd Wanîyê ku ji Fermandarên Ceyş-î Muhammed e. (ÎLKHA)