Îmarat: Mûşeka balîstîk ji Yemenê ber bi welatê me ve hat avêtin

Wezareta Parastinê ya Îmaratê ragihand ku mûşeka balîstîk a ku ji Yemenê hat avêtin li hewayê hat îmhakirin.

Ekleme: 31.01.2022 08:55:26 / Güncelleme: 31.01.2022 08:55:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastinê ya Îmaratê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ji Yemenê fuzeya balîstîk ber bi axa wan ve hatiye avêtin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mûşek li hewayê hatiye îmhakirin, parçeyên wê li derveyê cihên niştecihbûnê ketine û ti ziyanên canî û birîndarî çênebûne.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin mûşeka balîstîk ji teref Ensarullahê ve ji Yemenê hat avêtin.

Herzog rêberê Rejîma Dagîrker a Siyonîst, sibeha yekşemê giheşte Îmaratê û bi Mihemed Bin Zayid, welîehdê Ebûzebî re hevdîtin pêk anî. HAMAS qebûl kirina Herzog ji aliyê Îmarat ve weke beşek ji normalîzekirinê wesfand û vê yekê şermezar kir. (ÎLKHA)