Li Rusyayê helîpkoterek ket xwarê: Mirîyek

Li herêma Ulyanovska Rusyayê helîkopterekî ji bona ku daketinekî şidayî kir qeza kir, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da.

Ekleme: 29.01.2022 15:15:30 / Güncelleme: 29.01.2022 15:15:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastinê ya Rusyayê ve hatîye dayîn, li herêma Ulyanovskê helîkopterekî yê ji tîpa Mî-8an ya leşkerîyê ji ber ku daketinekî şidayî kir ket xwarê, di encama qezayê de endamên mirettebatê birîndar bûn.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku mirettebatên birîndar bi helîkopteran hatin rakirin nexweşxaneyan, di dema sewqkirina birîndaran de birîndarê ku rewşa wî giran bû canê xwe ji dest da.

Hat destnîşankirin ku li gorî dîyarîyên ‘ewil sedema qezayê ji ber xirabûna teknîkî, lê sedema qezayê ya bi rastî jî tê lêkolînkirin. (ÎLKHA)