Li Rihayê di navbera malbatan de pevçûn: 23 birîndar

Li navçeya Xalîlîyeya Rihayê di navbera du koman de ji sedema lihevnekirina ‘erd, bi dar û keviran pevçûn pêk hat, li gorî dîyarîyên’ewil di encama pevçûnê de 23 kes birîndar bûn.

Ekleme: 29.01.2022 15:15:29 / Güncelleme: 29.01.2022 15:15:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li gundê Karpuzluyê di navbera malbatan de ji ber lihevnekirina ‘erd bi dar û keviran pevçûnek pêk hat. Li gorî dîyarîyên’ewil di encama pevçûnê de 23 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku ji cîhê pevçûnê re gelek ekîbên tenduristî û cendirme hatin sewqkirin. Kesên birîndar bi ambûlansan ve hatin rakirin nexweşxaneyan û cendirme jî li derdorê tedbîr girtin.

Hat ragihandin ku derheqê meseleyê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)