Li Amerîkayê 9 polêsan pêkve bi çekan mirovekî bêçek kuştin

9 polêsan li bajara Nashvîlleyê, ji mirovekî yê ku li ser rêya ereba disekinî re hişyarî kir, polês di encama hişyarîyê de zilamê ku bêçek e kuştin.

Ekleme: 29.01.2022 11:15:11 / Güncelleme: 29.01.2022 11:15:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Polêsên ku bi erebeyên xwe li bajara Nashvîlleya ku girêdayê wîlayeta Tennesseyê ye dewrîye diavêtin, ferq kirin ku zilamekî yê ku navê wî Landon Eastep e, di rê de derbas dibe. Wan polêsan jî erebeyê xwe dan sekinandin û çûn cem Eastepê û ji wî re ji bona ku ji rê xwe bide alî hişyarî danê.

Eastepe ji ber ku ji ser rê xwe neda alî, polêsan jî gazî ekîbên alîkarîyê kirin. Piştî hatina polêsên dinê, Eastap dîsa di rê de sekinandina xwe berdewam kir. Polêsan ji bona ku zilamê ji rê  bidin alî xebatên îqnakirinê kirin û dû re çekên xwe derxistin. Ji ber vê yekê Eastep jî destê xwe helanî û di vê esnê de 9 polês bi çekên xwe li Eastapê xistin.

Di encama lê xistinê de Eastep, li cîhê bûyerê canê xwe ji dest da.

Ji teref Don Aarona ku berdevkê Departmanê Polêsên Nashvîlleyê ye ve hat daxuyandin ku di destê Eastepê de cilêt hebûye. (ÎLKHA)