Li Sêrtê transît û erebe li hev qelibîn: 4 birîndar

Li navçeya Misirca Sêrtê transîtek û erebeyek li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.

Ekleme: 28.01.2022 17:15:31 / Güncelleme: 28.01.2022 17:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, transîtek û erebeyeke  ku plaqe û navê şoforên wan nehatîye hînbûn li ser rêya têketina navçeya Misircê li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku  ji şoforên derdorê hatine wergirtin, ji cîhê qezayê re gelek ekîbên 112yan hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku li kesên birîndar li cîhê qezayê midexeleya ‘ewil hat kirin û dû re ew hatin şîyandin Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê. (ÎLKHA)