Meteorolojî ji bona 4 bajaran hişyarîya aşîtê kir

Ji teref meteorolojîyê ve ji bajarên Wan, Colêmêrg, Bîdlîs û Mûşê re hişyarîya aşîtê hat kirin.

Ekleme: 28.01.2022 16:05:27 / Güncelleme: 28.01.2022 16:05:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref meteorolojîyê ve hat dayîn, tê texmînkirin ku li giştîyê herêmê hewa ew ê bi ewr û berf be, bi berf û ewrê dibe ku mij jî çêbibe.

Hişyarîya cemed û qeşayê: Dibe ku di seatên serê sibê de cemed û qeşa çêbibe, ji ber vê yekê mirov bila dîqqet bikin.

Hişyarîya aşîtê: Ji ber ku li çîya û kaşan berf heye hişyarîya aşîtê tê kirin, rayedar û mirov bila bi tedbîr bin. (ÎLKHA)