Li gorî daxuyanîya ku ji teref meteorolojîyê ve hat dayîn, tê texmînkirin ku li giştîyê herêmê hewa ew ê bi ewr û berf be, bi berf û ewrê dibe ku mij jî çêbibe.
Hişyarîya cemed û qeşayê: Dibe ku di seatên serê sibê de cemed û qeşa çêbibe, ji ber vê yekê mirov bila dîqqet bikin.
Hişyarîya aşîtê: Ji ber ku li çîya û kaşan berf heye hişyarîya aşîtê tê kirin, rayedar û mirov bila bi tedbîr bin. (ÎLKHA)