Li Wanê otobûseke rêwî qelibî: 9 kes birîndar bûn

Li navçeya Westana Wanê, otobûsek ji ber ku rê cemed girtibû şemitî û qelibî, di encama qezayê de jê 2 kes giran tev de 9 kes birîndar bûn.

Ekleme: 28.01.2022 11:35:09 / Güncelleme: 28.01.2022 11:35:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, otobûsekî yê ku ji Mêrsînê dihat Wanê di rê de ji ber ku rê buz girtibû li herêma Atalanê ya navçeya Westanê şemitî û qelibî.

Hat destnîşankirin ku di encama qezayê de jê 2 kes giran tev de 9 kes birîndar bûn û kesên birîndar jî ji teref ambûlansan ve hatin rakirin nexweşxaneyên li Wanê. (ÎLKHA)