Salên 1990î li herêmê dema hêzên tarî tê hesibandin û di wê demê de PKK, JÎTEM û polêsên FETOyê jî gelek qetlîaman dikirin, Mehmet Veysî Katan jî li Farqînê di wê demê de fealîyetên Îslamî dikir û ji ber vê yekê ji neyarên Îslamê re bûbû hedef, şehîd di 27ê Çileya sala 1993yan de hatibû şehîdkirin.
Pîreka şehîd Veysî jî di salvegera şehadeta şehîd de qala heyata wî, sedeqeta wî yê ku di de’wa Îslamê de bûye û evîndarîya wî ya şehadetê kir, behsa PKKê, JÎTEM û hêzên tarî yên ku wê demê êrîşên kiribûn jî kir.
Pîreka şehîd destnîşan kir ku ew di sala 1989an de zewicîne û 2 sal piştî zewica wan zilamê wê de’wa Îslamê nas kirîye û şehîd yekî abid jî bûye.
Katan di axavtina xwe de weha got, “Zilamê min dema ku Îslamê nas kir heyata xwe gelek vegerandibû. Bi roj rojî digirt, bi şev jî nimêj dikir. Wê demê em li ser malê bûn, tevî xwesû û xwezûrên min diman. Zilamê min jî bi firotina cilan îdara mala xwe dikir. Zilamê min, piştî wefata xwezûrê min rîyê xwe berda bû. Wî, daîma şehadetê daxwaz dikir. Dema ku min bi xwe re nedidît ji nav cîyê xwe derkevim, ew ji bona nimêja şevê radibû nimêj dikir û ji bona ku şehîd bibe jî du’ayan dikir. Ji ber vê min jî ji wî re digot, ‘tu pir îbadetê dikî’ li ser vê gotina min ew jî ji min re digot ‘hezkirina min a Xwedê û Resulê Xwedê gelek mezin e’. Şehîd gelek ji şehadetê hez dikir, hetta rojekê min ji wî re gotibû ku ‘tu şehîdîyê heq dikî’, ew jî li ser vê gotina min bi dengekî bilind tekbîra anîtibû û kêfxweş bûbû.”
Katan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku zilamê wê mirovekî bi cesaret bû ye, “Zilamê min êvaran dihat malê, carna jî derdiket derve û dereng dihat malê. Hetta dema ku dihat malê jî ji bona ku dayîka wî netirse bêdeng dihat hindir û dikete malê. Dema ku min ji wî re qala talûkê dikir, çîmkî wê demê demekê talûke bû, şehîd jî ji min re weha digot, ‘Netirse û ji bo rizqa xwe jî endîşe neke. Tu car bîrvaneke ku şehadet nabe nisîbê herkesî.’ ”
“Di duayên wî de şehadet kêm nedibû”
Katan, dî daxuyanîya xwe de ragihand ku nêzê şehîdbûna şehîd nîşanên şehîdîyê bi wî re hebûye, “Bi rastî jî rojekî di xewnê xwe de dîtibû ku ew di kûçekî de şehîd bûbû û vê xewna xwe jî ji min re qal kiribû. Bi rastî ez ditirsîyam ku navê şehadetê bigrim devê xwe. Min jî ji wî re qala şehadetê nekir û ji wî re got ‘Xwedê bi xêr bike’. Çîmkî hê 2 sal derbas bûbû ku em ketibûn de’wa Îslamê, ji ber vê yekê ez hê baş qîmeta şehadetê nizanibûm. Niha jî civak qîmet û bilindahîya şehadetê nizane. Eger ku civak qîmet û bilindahîya şehadetê zanibûna hemû kes beşdarê vê de’wa Xwedê bibûna.”
Katan di axavtina xwe de qala dema şehadeta şehîd jî kir û axavtina xwe weha domand, “Hevalan ji me re gotibûn ku ji malê denekevin, ji xwe wê demê ji alîyê ewlehîyê de jî derve baş nebû. Wê demê mala me jî alîyê nexweşxaneya kevn bû, li hêla Tepeyê. Ew roj şehîd li firinê nanekî standibû û hatibû malê, min jî ji wî re got ‘te çima nan stand, ji xwe nanê me hebû?’ ew jî ji min re got, ‘êrê nanê me heye lê ez ê îro dernekevim derve ji bo wî min stand’. Rojek an jî du rojan di mal de ma û paşê ji min re got, ‘walle em rizqê zarokên xwe nikarin bidin wan, êrê raste hevalan ji min re gotin dernekeve derve lê ez mecbûr im derkevim derve û li karê xwe bigerim, daxwaz dikin ku bila min şehîd jî bikin. Bû roja dinê dema ku zilamin min dikir ji mal derketana, min bi zanahî wî şîyar nekir ku bila ji malê dernekeve. Bi şeklekî zilamê min rabû û ji bona ku derkeve derve hazirî kir û derket derve. Dema ku derkeve derve min jî wî birê kir û dîsa ketim hindir ku ji bona sifra xwe li ‘erdê rakim, dema ku ez hatim hindir dengê çekan hat guhên min. Nîv seat derbas bû an na cîranê min gazî mîn kir û ji min re got yek li ser telefonê ye gazî te dike. Ez jî çûm telefonê û xeber dam, mirovê ku bi min re xeber da, ji min re got ku êrîş li zilamê te kirine.”
Katan di axavtina xwe de destnîşan kir ku serê sibê dema ku zilamê wê ji malê derkeve kurê wê yê mezin jî daxwaz kir ku bila bi bavê xwe re biçe lê şehîd îzîn nedaye, “Ji ber ku talûka êrîşê hebû zilamê min daxwaz nedikir ku bila zarokê wî bi wî re biçe. Min û kurê min ji wî re israr kir û zilamê min jî ji ber îsrarên me qebûl kir û kurê me jî bi xwe re bir. Şehîd û kurê me dema ku ji malê derdikevin û hinek dûrve diçin zilamê min ji kurê me re dibêje ‘biçe mala apê xwe’, ji ber vê kurê me Abdurrahman jî dema ku ji bavê xwe diqete ji bona ku biçe mala apê xwe hat hêzê mizgeftê û li wê derê dengên çekan bihîstîye, kirîye qîrînî û gotîye ‘bavê min’, li alîyê bavê xwe de revîya ye û çûye cem bavê xwe. dema ku gihîştîye cem bavê xwe dîtîye ku bavê wî êrîş li hatîye kirin û li ‘erdê ye, polîs jî li ser serê bavê wî sekinîne.”
Katan di dawîya axavtina xwe de weha got, “Piştî şehadeta zilamê min, hevalên wî yên de’wa Îslamê, xwedî li me derketin û tiştên ku ji destê wan bihata ji me re dikirin. Niha jî tu daxwazîyekî yê me heta qandê ku îmkanên wan hebe bi cîh tînin. Em nikarin di vê meselê de heqên wan bixwin. Ji şehadeta zilamê min heta niha zarokên min mezin bûn û zewicîn.” (ÎLKHA)