Bahoz û lehî li 3 welatên Efrîqayê bû sedema mirina 46 kesan

Li Madagaskar, Mozambîk û Malavîyê di 4 rojên dawîn de 46 kes ji ber bahoz û lehîyê canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 27.01.2022 08:30:31 / Güncelleme: 27.01.2022 08:30:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Fransayê hatine bidestxistin li Madagaskarê di 22ê Çileyê de bahozekî yê  bi navê “Dê” ye çêbû û ji ber bahozê hezaz û lehî pêk hat, di encama lehî û hezazê de 39 kes canê xwe ji dest dan û 65 hezar kes jî ji cîhê xwe bûn.

Hat destnîşankirin ku ji ber bahozê li Mozambîkê 3 kes canê xwe ji dest dan û 49 kes jî birîndar bûn. Li Malavîyê jî 4 kes canê xwe ji dest dan.

Ji teref rayedaran ve hat daxuyandin ku bahoz diçe hêla herêmên hindur û dema ku sînora Zîmbabveyê derbas bike ew ê tesîra wî biqede. (ÎLKHA)