Li 20 bajaran li dijî FETOyê operasyon: 17 kes hatin binçavkirin

Tehqîqatê ku ji ber dîyarkirina pirsên JANAyê tê kirin, li 20 bajaran ku Enqere navenda wan bû li dijî FETOyê operasyon hat kirin.

Ekleme: 25.01.2022 14:15:32 / Güncelleme: 25.01.2022 14:15:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serdozgerîya Komerîya Enqereyê derheqê 29 şikdaran de ji ber ku FETO pirsên Îmtîhanên Berbazê Jendermeyê ya sala 2012an dîyar kirine qirara binçavîyê da.

Li gorî agahîyan hatîye tespîtkirin ku endamên pirsên îmtîhana JANAyê ya sala 2012an ku ji teref FETOyê ve hatine amadekirin , ji endamên xwe re belav kirine.

Hat ragihandin ku ji wan kesên ku derheqê wan de qirarê binçavîyê hatîye dayîn, ji wan 26 kesan wî îmtîhanê qezenc kirine û 3 kesan jî wan pirsên îmtîhanê belav kirine.

Li gorî agahîyan di encama operasyonan da heta niha 17 kes hatin binçavkirin. (ÎLKHA)