Meteorolojî ji bona 4 bajaran hişyarîya aşît, cemed û qeşemê kir

Ji teref meteorolojîyê ve ji bajrên Wan, Colêmêrg, Bîdlîs û Mûşê hişyarîya aşît, cemed û qeşemê kir.

Ekleme: 25.01.2022 13:15:31 / Güncelleme: 25.01.2022 13:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref meteorolojîyê ve hat dayîn, tê texmînkirin ku li giştîyê herêmê hewa ew ê bi ewr be, bi tevî cemed û qeşayê dibe ku mij jî çêbibe.

Hişyarîya cemed û qeşayê:

Dibe ku di seatên serê sibê de cemed û qeşa çêbibe, ji ber vê yekê mirov bila dîqqet bikin.

Hişyarîya aşîtê:

Ji ber ku li li çîya û kaşan berf heye hişyarîya aşîtê tê kirin, rayedar û mirov bila bi tedbîr bin. (ÎLKHA)