Xelqê Miksê ji pirsgrikên xwe yên bi salan re ye çareserî daxwaz dikin

Li ser rêya Miks-Wanê di mehên ziwistanê de zehmetî û problem kêm nabin. Ji ber barîna berfê rêya navçe ji çûn û hatinê re tê girtin. Ji ber vê yekê xelqê navçeyê û şofêran ji vê rewşê re bertek nîşan didin.

Ekleme: 25.01.2022 10:20:29 / Güncelleme: 25.01.2022 10:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Pirsgirêka çûn û hatina rêya Miks-Wanê berdewam dike.

Di meha Sibatê ya sala 2020an de li navçeyê 2 heb aşît pêk hatibû û di encama aşîtê de 42 kes canê xwe ji dest dabûn. Ew roj û ev roj rêya navçeyê di mehên zivistanê de tê girtin, şofor û xelqê navçeyê jî ji vê rewşê tesîrdar dibin. Dewlet jî ji wê salê dest bi tunelekî kiribû ku ji bona ku ji wê rê re bibe çareserîyek. Şofor û xelqê navçeyê jî ji ber vê yekê daxwaz ku dikin bila bi lez xebatên ev tunelê bê qedandin û bila bê çareserkirin.

Îlhamî Burtayê Serokê Kooperatîfa Mînîbûsên Miksê derheqê vê pirsgirêkê de daxuyanîyek da û ji rayedaran re bang kir.

“Em daxwaz dikin ku em ji vê esaretê xelas bibin”

Burta destnîşan kir ku di mehên zivistanê de xelq perîşan dibe, xelqê Miksê li gorî xelqê derdorê di alîyê xizmetê de paşda tê hiştin, “Pirsgirêkên ku di rêya me de heye, me hinek dinê jî paşda dibe. Şertên zivistanê ji bona me gelek zehmet e. Em ji rayedaran re daxwaz dikin ku bila ji vê meselê re hesas bibin. Ji me re hat gotin ku ew ê di rêya Karabetê de xebat bê kirin lê heta niha tu xebatek nehat kirin. Ev millet dîsa di vê rezaletê da ye. Em ji Recep Tayyîb Erdoganê Serokkomarê Tirkîyê, Mebûsan, Mekî Arvasê Serokê Şaredarîya me re daxwaz dikin ku bila bi vê rê re eleqeder bibin. Em naxwazin ku di vê rê de rezaletîyê bikşînin û di vê rêyê de bimrin. Em bi navê Kooperatîfî dibêjin ku çi ji destê me bê em ê bikin, lê lazim e ku bi tevî me rayedaran, xelq û muxtaran jî werin cem hev û ji vê ezyet û esaretê re çareserîkî bibînin û me ji vê esaretê xelas bikin.”

“Rêya Xîzanê barê me yê maddî û manewî giran dike”

Rêya ku hatîye girtin ji teref rayedaran ve hatîye şîyandin rêya Xîzanê ji ber vê yekê barên xelqê gelek zêde dibe. Burta jî derheqê vê meselê de axavtina xwe berdewam kir û weha got, “Zehmetîya ku em di rêya Karabetê de bikşînin 10 deqîqeye, lê sedema ku me li ser rêya Xîzanê dişînin ev zehmetîya me dibe 4 seat. Rêya Xîzanê ji alîyê talûkê, ji rêya Karabatê gelek talûketir e. Doh jî hevalekî me li ser rêya Xîzanê qeza kir. Eynî telûke li wî rê jî heye. Rêya Xîzanê tenge jî, ji ber vê yekê zehmetîya me gelek zêde dibe. Xelq jî ji ev meselê bi ciddî mexdûr dibin. Çîmkî erebeyekî yê ku serê sibê ji li vê derkeve ji bona ku li ser rêya Xîzanê diçe, encax êvarê dighêje Miksê. Em ji bona çareserîya van pirsgirêkan daxwaz dikin ku bila tûnelekî çêbikin.”

“Em girtina têketin û derketina navçeyê ya bi zîncîran qebûl nakin”

Burta di berdewama axavtina xwe de ji girtina têketin û derketina navçeyê ya bi zîncîra re bertek nîşan da û axavtina xwe weha zêde kir, “Dema ku berf dibare ji bona ku erebe di vê rê de neçin û neynê têketin û derketina rê bi zincîran digrin. Rayedaran dizanin ku girtina bi zîncîr tê çi me’nê. Em naxwazin ku bila rêya me bi zincîran bê girtin. Em daxwaz dikin bila li şûna zincîran 2 heb polês, cenderme an jî korîcî bila bê dayîn. Bi vê şeklê derî, bi zincîran bê girtin ji bona xelqê tiştekî nebaş e.”

“Ji bona tûnela Miksê li ser 3 projeyan xebat tê kirin”

Mehmet Emîn Bîlmezê Walîyê Wanê di proxramekî de ji pirsên ku derheqê tûnela Miksê de re bersiv da û got ku ev pirsgirêk pisrgirêkekî dramatîk e.

Bîlmez îfade kir ku derheqê vê meselê de teşebûsên ciddî kirine û Midirtîya Giştî yê rêyan jî derheqê vê meselê de îhaleyekî kirine û ew li ser 3 çareserîyan de disekinin.

“Ev pirsgirêk pirsgirêkekî yê ku di nav çend salan de bê çareserkirin nîne”

Bîlmez derheqê projeyan de agahî da û weha got, “Esehî bûna van projeyan tê sekinandin. Çêkirina projê tiştekî cuda ye, girtina nav projeyên veberhênan tiştekî cuda ye. Ev pirsgirêk pirsgirêkekî yê ku di nav çend salan de bê çareserkirin nine. Pirsgirêkekî yê ku bi sed salan e berdewam dike. Em hêvî dikin û bend disekinin ku ji teref Midirtîya Giştîya Rêyan ve bê encamkirin.” (ÎLKHA)