Walî Yerlîkaya: 5 hezar û 57 kes hatin tahlîyekirin

Walîyê Stenbolê Alî Yerlîkaya derheqê geşedanên dawî yên ku li Stenbolê ji ber berfê pêk hatine de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 25.01.2022 09:25:30 / Güncelleme: 25.01.2022 09:25:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yerlîkaya di daxuyanîya ku belav kir  destnîşan kir ji ber berfa ku zêde barîya û ji ber qeşaya  ku ket trafîk hat girtin û welatî di rê de man ku ji ber vê yekê têketina bajêr hat rawestandin.

Yerlîkaya di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, 5 hezar û 57 kes hatin tahlîyekirin û 3 hezar û 180 kes jî di otel, mêvanxane û xewgehan de hatin bicîkirin.(ÎLKHA)