20 keştîyên herbê yên aîdê Rusyayê derbasî Behra Baltikê bûn

Ji teref Wezareta Parastinê ya Rusyayê ve hat daxuyandin ku 20 keştîyên herbê ji bona tetbîqatê derbasî Behra Baltikê bûn.

Ekleme: 25.01.2022 09:20:28 / Güncelleme: 25.01.2022 09:20:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya Wezaretê de weha hat gotin, “20 gemîyê herbê, perçekî alîyê perwerdehîya muharebeyê ku hatîye plankirin û ji bona ku di vê tetbîqatê de wezîfeyên xwe bi cîh bînin, derbasî Behra Baltikê bûn û çûn cîhê herêmên xwe.”

Berê jî ji teref Wezareta Parastinê ya Rusyayê ve hatibû daxuyandin ku fîloya Rusyayê di mehên çile û sibatê de jî tetbîqatên leşkerî kiribû. (ÎLKHA)