Ji teref Yemenê ve bi fuzeya balîstîk êrîş li bingeha asimani ya Abu Dabîdeyê hat kirin

Ji teref Tuxgeneral Yahya Sareeyê berdevkê Fermî yê Hêzên Çekdar yê Yemenê ve hat daxuyandin ku îro operasyona “Bahoza Yemenê ya 2” ku ew ê Siûdî û YEMê hedef bigre hat destpêkirin.

Ekleme: 24.01.2022 15:40:30 / Güncelleme: 24.01.2022 15:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sareeyê berdevkê Yemenê destnîşan kir ku ew ji bona ku li hember sucên Koalîsyona DYA-Siûd-YEMê bersiv bê dayîn operasyoneke bi fuzeyên balîstîk û dronan dan destpêkirin.

Ji teref bedevk Sareeyê ve hat ragihandin ku Bingeha Hewayê ya Abu Dabîyê bi fuzeyên “Zulfîkar”, cîhên muhîm jî bi fuzeyên “Samad 3”ê, li bingehên Siûdî yên herî muhîm jî bi amûrên hewayê ya “Sammad 1” û “Qasef 2K” yê hat lêxistin. Di encama operasyonê de ew bingehan xira bûn.

Di berdewama daxuyanîya Sareeyê de hat gotin, dema ku êrîş li wan bê kirin ew ê jî ji wan êrîşan re bersivan bidin.

Ji teref Wezareta Parastina YEMê ve hat daxuyandin ku 2 fuzeyên ku vê sibê ji teref Yemenê ve hatine avêtin bi sîstemên parastina hewayê hatin îmhekirin. Di encama îmhekirinê de perçên fuzeyan ketin derdorê welat û ji ber vê yekê bi tu kesê jî tiştek nebû. (ÎLKHA)