Derîya Sînor a Peşhabur-Semalkayê îro vedibe

Derîya Sînora Peşhabur-Semalkayê ku di navbera Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojavayê de ew tenê ye ji ber êrîşa PKKê hatibû girtin, lê ew derî ew ê îro bê vekirin.

Ekleme: 24.01.2022 11:40:29 / Güncelleme: 24.01.2022 11:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref PKKê ve di 15ê Kanûna Pêşîna sala 2021an de bi molotof kokteyl,kevir û şivan êrîş li wezîfedarên Peşhaburê hatibû kirin. Ji ber vê yekê Derîya Sînora Peşhabur-Semalkayê ku hatibû girtin îro ji bona tîcaret û wan kesên ku li alîyên dinê asê mabûne re bê vekirin.

Ji teref Şevket Berbuharîyê Midirê Derîyê Sînora Peşhaburê ye ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku derî ew ê îro ji bona tîcaret û wan kesên ku li alîyên dinê asê mabûne re bê vekirin.

Di dawîya daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ji bona hatina Herêma Kurdistanê û çûndina Kurdistana Rojava di demekê nêz de mekanîzmayek bê sazkirin.” (ÎLKHA)