Otobûs li personelê ku di rêyan de dixebite qelibî

Otobûs li personelê ku di rêya Riha-Dîyarbekir de xebata xwêlêkirinê dikir qelibî, di encama qezayê de karker giran birîndar bû.

Ekleme: 24.01.2022 11:30:32 / Güncelleme: 24.01.2022 11:30:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, Orhan Karaçîzmelî yê ku rêyên ji ber berfê hatine girtin ji bona ku bê vekirin xebatên xwêlêkirinê dikir, otobûs li nêzî Balafirgeha GAPê lê qelibî, di encama qezayê de Orhan Karaçîzme giran birîndar bû.

Hat destnîşankirin ku Orhan Karaçîzme piştî qezayê ji teref hevalên wî yên mesaîyê ve hat rakirin Nexweşxaneya Dewleta Hîlwanê.

Li gorî agahîyan bi Orhan Karaçîzmeyê li nexweşxanê midexeleya ‘ewil hat kirin û dû re hat şîyandin li Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Rihayê.

Hat ragihandin ku derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)