Li Stenbolê otobusa rêwîyan qeza kir: 3 mirî 9 birîndar

Di encama qezaya ku li navçeya Beykoza Stenbolê pêk hat de 3 kes canê xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 23.01.2022 11:05:25 / Güncelleme: 23.01.2022 11:05:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li derdora seat 08.30î de li Mewqîya Reşadîye Şahrêya Marmaraya Bakur a li Beykozê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobuseke rêwîyan ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn gindirî newalê.

Di encama qezaya ku pêk hat de şofêr jî di nav de 3 kes canê xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)