Otobusa rêwîyan qeza kir: 30 birîndar

Li Amasyayê di encama qezaya ku pêk hat de 30 kes birîndar bûn.

Ekleme: 23.01.2022 09:10:25 / Güncelleme: 23.01.2022 09:10:25 / Xeberen Kurdi / Amasya Haberleri
Destek için 

Qeza li ser rêbeja Çorum-Amasyayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a ku şofêrê wê Emrah K. bû ji ber qeşaya ku ketibûn qeza kir.

Di encama qezayê de yek jê zarok tevde 30 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexwşexanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)