Li Êlihê ji bona Pêşbirka Sîyerê stand hat vekirin

Ji teref Evîndarên Pêxember ve bi temaya “Wî Bixwîne, Jiyana Wî Tetbîq Bike” di 13ê Sibatê de Pêşbirka Sîyerê bê tertîpkirin. Ji ber vê yekê li Êlihê jî ji bona Pêşbirkê standek hat vekirin.

Ekleme: 23.01.2022 09:05:09 / Güncelleme: 23.01.2022 09:05:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat dîtîn ku ji teref xelqê ve li standên sîyerê ku ji teref Komeleya Evîndarên Pêxember ve hatine vekirin, eleqeyekî mezin tê nîşandan.

Ahmet Bereketlîyê Sekreterê Komeleya Evîndarên Pêxember yê Êlihê  destnîşan kir ku ew li 5 navendên cuda yên li Êlihê standan vekirine.

Bereketlî derheqê Pêşbirkê de daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de bal kişand ku armanca wan ê di vê pêşbirkê de ew e ku pêxember ji însanan re bidin naskirin.

Bereketlî di axavtina xwe de weha got, “Ji teref Evîndarên Pêxember ve her sal Pêşbirka Sîyerê tê tertîpkirin. Me jî îsal ji bona ku Pêşbirka Sîyerê ji însanan re bidin naskirin li 5 taxên mezin ên Êlihê  stand vekir. Em niha li Taxa Gulîstanê ne.’

“Armanca me ew e ku pêxemberê me ji însanan re bidin naskirin”

Bereketlî di dawîya axavtina xwe de weha got, “Me standê bi vê armancê vekir. Em danasîna Pêşbirka Sîyerê dikin. Tewecûha ku ji pêşbirkê re tê dayîn gelek pir e û kesên ku qeydên xwe dikin jî pir in. Bi taybet di nav kesên ku xwe qeyd kirine de xwendekarên me gelekî zêde ne. Em welatîyên xwe de’wet dikin ku bila qeydên xwe ji vê pêşbirkê re bikin. Tarîxa dawî ya serlêdana Pêşbirka Sîyerê 31ê Çileyê ye. Ew ê Pêşbirka Sîyerê jî di tarîxa 13ê Sibatê de bê sazkirin. Armanca me ew e ku pêxemberê me ji însanan re bidin naskirin. Wî heyatê wî yê xweşîk jî ji însanan re bidin neqşandin.” (ÎLKHA)