Di navbera Qatar û Xezzeyê de mitebeqeta hilberîna ceryanê hat îmzekirin

Di navbera Şîrketa Xaza Qatarê û Şîrketa Hilberîna Ceryanê ya Xezzeyê de ji bona ku ew qrîza ceryana ku li Xezzeyê heye, bila bê qutkirin mitabeqetek hat îmzekirin.

Ekleme: 22.01.2022 13:05:29 / Güncelleme: 22.01.2022 13:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di navbera Sefîr Muhammed El-İmadîyê Serokê Komîsyona Îmara Ji nû ve Xezzeyê yê Qatarê û Şîrketa Belakirin û Hilberîya Cereyana Xezzeyê de, ji teref Qatarê ve temînîya erdxazê ku ji bona santrala ceryana Xezzeyê hilberîna ceryanê bike mitabeqeket hat îmzekirin.

Ji ber mitebeqeta ku hatîye îmzekirin li Xezzeyê merasîmek hat tertîpkirin. Di merasîmê de nirxandinên çareserîya ji bona qrîza ceryanê û dawîkirina qrîza ceryanê hat kirin.

Li gorî mitabeqetê, ew ê Komîsyona Qatarê tenê xwedîyê vê hîsabê bibe û li ser vê hîsabê ew ê dayînan îdare bike.

Hat destnîşankirin ku Şîrketa Belakirina Xazê ya Qatarê jî ew ê bi 60 milyon dolarî xeta xazê li sînora Xezzeyê rabixe. (ÎLKHA)