Weqfa Êtîman li Yemenê alîkarîya maddî belav kir

Weqfa Êtîman yê ku li çar alîyê cîhanê ji êtîm û feqîran re alîkarî dike, ji êtîm û mixtacên Yemenî re jî alîkarîya maddî kir.

Ekleme: 22.01.2022 11:30:36 / Güncelleme: 22.01.2022 11:30:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Adîl El-Kurdîya Temsîlkara Yemenê ya Weqfa Êtîman derheqê alîkarîya ku li bajara Marîbê ya Yemenê kirine de daxuyanîyek nivîskî kir.

El-Kurdî destnîşan kir ku ew her meh ji feqîr û êtîman re alîkarî dikin û wan mixtacan kêfxweş dikin, ji ber vê yekê ew ji êtîm û mixtacên Marîbê re jî di meha çileyê de alîkarî kirin.

El-Kurdî di daxuyanîya xwe de weha got, “Yemen bi birçîbûnî û bi nexweşînan re micadele dike. Hema hema ji 10 deqîqeyan yek zarokekî rehmet dike. Birçîbûnî û nexweşîn, xwe bi şîddet dide tesîrkirin. Em qala 20 mîlyon însanê ku mixtacên alîkarîya însanî ne dikin. Banga me ya ji Misilmanên cîhanê re  ew e ku bila van însanan ji bîr nekin  û wan terk nekin. Misilman birayê Misilman e, nexwe bila ew li birayên xwe xwedî derkevin.”

Kurdî di berdewama daxuyanîya xwe de derheqê îxtîyacîyan de jî destnîşan kir û dawîya daxuyanîya xwe de weha got, “Daxwazîya malbatên li vê derê ev tişte; xwarin,betanî, tiştên ku ji bona bişewitînin, alîkarîya maddî û ixtîyacîyên însanî. Di vê mehên zivistan û sermayê de îxtîyacîyên me gelek zêde ye. Em hêvî dikin ku ew ê birayên me yên Misliman me bîrva nekin, ew ê ji me re bibin alîkar.” (ÎLKHA)