Li Lîberyayê di dêrê de îzdîham: Herî kêm 30 mirî

Li Monrovîaya paytexta Lîberyayê di dêrêekê de îzdîham çêbû, di encama îzdîhamê de herî kêm 30 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 20.01.2022 18:10:29 / Güncelleme: 20.01.2022 18:10:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, li Monrovîaya paytexta Lîberyayê di seatên êvarê de di dêrekê de îzdîhamek çêbû, di encama îzdîhamê de herî kêm 30 kes canê xwe ji dest dan.

Ji teref berdevkekî polês ve hat destnîşankirin ku mirovekî bi kêrê êrîş li xelqê kir û ji ber vê yekê îzdîham çêbû.

Polês îfade kir dibe ku hêjmarên mirîyan zêde bibe. (ÎLKHA)