Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 5 milyon û 584 hezar kesan

​​​​​​​​Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 5 milyon û 584 hezar û 789 kes mirin.

20.01.2022 13:30:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyê ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane 5 milyon û 584  hezar û 789  kesan û hejmara kesên pêketî jî derket  339  milyon  û  709  hezar û 667 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 880 hezar kesan.(ÎLKHA)