Rêya Qeyserî-Develîyê ji çûn û hatinê re hat girtin

Rêya Qeyserî-Develîyê ku li herêma Çîyayê Ercîyesî ye ji ber aşît û berfê ji çûn û hatinê re hat girtin.

Ekleme: 20.01.2022 12:45:31 / Güncelleme: 20.01.2022 12:45:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber ku çûn û hatina rêya Qeyserî-Develîyê hatîye girtin, berê ajokaran tê dayîn li ser rêya Qeyserî-Edenê.

Hat destenîşankirin ku ekîbên trafîqê, li herêma Taşmekana Taxa Hîsarcikê ya navçeya Melîkgazîyê ye ji çûn û hatina erebeyan re îzîn nadin.

Hat ragihandin ku xebatên vekirina rê jî berdewam dike. (ÎLKHA)