Banê sîteya galerîvanan ji ber berfê hilweşîya: 15 erebe zirar dît

Li Meletîyê banekî sîteya galerîvanan ji ber berfa zêde hilweşîya, di encama hilweşînê de di 15 erebeyan de zirarê maddî pêk hat.

Ekleme: 19.01.2022 17:05:36 / Güncelleme: 19.01.2022 17:05:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li Taxa Ahmet Yesewîyê girêdaya navçeya Yeşîlyurtê ye, banekî yê aîdê 6 dikanin ku li sîteya galerîvanan e hilweşîya.

Hat destnîşankirin ku di encama qezayê de di 15 erebeyan de nêzî 7 milyon zirar pêk hat. Polês jî derheqê meseleyê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)