Li Sêrtê tir û otobûs li hev qelibîn

Li Sêrtê tir û otobûsa ku ji ber berf û cemedê şemitîn li hev qelibîn.

Ekleme: 19.01.2022 16:55:34 / Güncelleme: 19.01.2022 16:55:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, tirek û otobûsek li ser rêya Sêrt-Misircê ji ber berf û cemedê şemitîn û li hev qelibîn.

Di encama qezayê de tir û otobûs li derdorê pêkîyan, lê bi tu kesî tiştek nebû.

Ji teref rayedaran ve ji bona şoforan hişyarî hat dayîn ku bila di rêyan de bi dîqqet bin û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat despêkirin. (ÎLKHA)