Li Dîyarbekirê ji ber ku di wextê wê de ji ber berfê re midaxele nehat kirin gel li şepirze bû

Li Dîyarbekir berfa ku ji doh êvarê ve dibarê, di seatên serê sibê de jî tesîra xwe zêde kir.

Ekleme: 19.01.2022 14:50:33 / Güncelleme: 19.01.2022 14:50:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Meteorolojîyê ve hatibû daxuyandin ku ew ê li bajêr berf bibare û tesîra xwe zêde bike,  ji ber vê yekê bajêr jî bi barîna berfa zêde di bin berfê de ma.

Ji ber ku bajêr di bin berfê de maye mirovên ku di seatên serê sibê de diçûn karên xwe ji ber midexeleyên kêm di rêyan de man.

Hat dîtin ku mirovan dema ku diçûn cîhê karên xwe, otobûs û erebeyên ku di rêyan de mane re alîkarî kirin û wan bi destên xwe de'fan. (ÎLKHA)