Paytexta Endonezyayê guherî

Navê paytexta nû ya Endonezyayê bi ‘Nusantara’ hat guherandin.

Ekleme: 19.01.2022 11:25:36 / Güncelleme: 19.01.2022 11:25:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Suharso Monoarfayê Wezîrê Plankirina Pêşketina Neteweyîya Endonezyayê, ji bona ku paytexta nû bê avakirin civînekê bi taybet tertîp kirin.

Monoarfa daxuyand ku navê paytexta nû ya Endonezyayê bi ‘Nusantra’ ya ku li ser zimana Endonezyayê mena wî “Koma Giravan” e hat îlankirin.

Hat destnîşankirin ku vê nava ku hatîye dayîn, ji teref Serokkomar ve hatîye telîmatkirin û hatîye dayîn.

Ji teref Monoarfayê ve hat ragihandin ku navê koma giravan Komarîya Endonezyayê teswîr dike. (ÎLKHA)