Servîsa karkeran li şerempolê qelibî: 15 birîndar

Li Kirikkaleyê, servîsa ku karkerên TUPRAŞê vediguhast li şerempolê qelibî, li gorî dîyarîyên ‘ewil 15 kes birîndar bûn.

Ekleme: 19.01.2022 10:50:29 / Güncelleme: 19.01.2022 10:50:29 / Xeberen Kurdi / Kırıkkale Haberleri
Destek için 

Qeza li Bûlwara Milletê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, servîsa ku karkerên TUPRAŞê bar dikir ji qontrolê derket û li rêya trênê qelibî.

Hat destnîşankirin ku ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî,polês û îtfaîye hat şîyandin.

Hat ragihandin ku li gorî dîyarên ‘ewil jê 1 giran tev de 15 karker birîndar bûn, kesên birîndar jî ji teref ambûlansan ve hatin rakirin nexweşxaneyan. (ÎLKHA)