Bavê şehîd Abdulcelîl Talayhan rehmet kir

Bavê şehîd Abdulcelîl Talayhanê ku li navçeya Xezexê ya Şirnexê ye rehmet kir.

Ekleme: 18.01.2022 11:55:31 / Güncelleme: 18.01.2022 11:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Osman Talayhanê bavê şehîd Abdulcelîl Talayhan ku li Xanikêya girêdayê navçeya Xezexê jîyan dike, vê sibehê li Nexweşxaneya Dewleta Îdîlê rehmet kir.

Hat destnîşankirin ku cinaza Talayhan ji teref eqrebe û malbatên wî ve ji nexweşxanê hat girtin û ji bona ku bê definkirin hat birin gundê Xanikê.

Malbatê Talayhan tezîyên xwe li gundê Xanikê  danîn.

Abdulcelîl Talayhan û Mehmet Şerîf Şîmşekê endamê HUDA PARê di tarîxa 29ê Gulanê sala 2015an de ji teref PKKê ve hatibûn şehîdkirin. (ÎLKHA)