Li Sudanê hêjmarên mirîyan derket 71 kesan

Li Sudanê di protestoyên ku li hember derbê berdewam dike de 7 kesên dinê jî hat kuştin.

Ekleme: 18.01.2022 10:45:37 / Güncelleme: 18.01.2022 10:45:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama protestoyên ku di tarîxa 25ê Cotmehê sala 2021an de destpêkirîye û heta niha berdewam dike, hêjmarên mirîyan derket 71 kesan.

Li gorî Komîteya Doktorên Sudanê, protestoyên ku daxwaz dikin bila leşker dev ji bireveberîyê berdin, di encama midexeleya darbekeran de 7 kes hat kuştin.

Protestoyên ku di tarîxa 25ê Cotmehê sala 2021an de destpêkirîye û heta niha berdewam dike, hêjmarên mirîyan derket 71an. Li Hartuma paytexta Sudanê û di hinek bajaran de xelq derket derve û ji derbê re bertek nîşan didin. (ÎLKHA)