Li Almanyayê teqîn: 2 mirî

Li Almanyayê di îstasyonekî benzînê de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 2 kes mirin.

Ekleme: 18.01.2022 10:45:36 / Güncelleme: 18.01.2022 10:45:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku li herêma Hammersbachê ya li wîlayeta Hessenê di îstasyonekî benzînê de teqînek pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di encama teqînê de 2 kes mirin û ji cîhê teqînê re jî ekîbên îtfaîyê hat sewqkirin.

Hat ragihandin ku 2 erebeyê ku li ber îstasyona benzînê parqkirîne jî ji ber teqînê zirareke mezin dîtin. Li gorî îfadeyan wan kesên ku mirine yek di erebê da bûye, yek jî li derdorê îstasyonê bûye.Ji teref rayedaran ve hat gotin ku sebeba teqînê jî tê lêgerîn. (ÎLKHA)