Li Entabê 40 kes ji karbonmonoksîtê jehrî bûn

Hat destnîşankirin ku li giştîyê bajêr 40 kesên ku ji karbonmonoksîtê jehrî bûne hatin rakirin nexweşxanê.

Ekleme: 17.01.2022 15:50:31 / Güncelleme: 17.01.2022 15:50:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wan kesên ku hatine rakirin nexweşxanê rewşa wan ne giran e.

Davut Gulê Walîyê Entabê di hîsaba medyaya xwe yê civakî de daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de hişyarî kir, “Ji ber baya bi qewet jehrîbûna sobayê zêde dibe. Ji kerema xwe em bi dîqqet bibin.” (ÎLKHA)