Li Nîjeryayê kesên çekdar 50 kesan qetil kirin

Li Nîjeryaya ku ji welatê Efrîqaya Rojhilat e, kesên çekdar êrîş li gundekî kirin, di encama êrîşê de herî kêm 50 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 17.01.2022 14:55:31 / Güncelleme: 17.01.2022 14:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku wan kesên bi çekdar li gundê Dandadeyê ya girêdaya wîlayeta Kebbîyê ye bi polês û leşkeran re pevçûn kirin, piştî pevçûnê wan kesên bi çekdar hatin gund û 50 kesên ku di nav wan de leşker jî hene kuştin.

Di êrîşê de gelek kes birîndar bûn, gelek mal hatin şewitandin û gelek dewar  jî hatin telefkirin.

Li bakura welat di demên dawî de ji bona dizî û fîdyeyê mirov tên revandin.

Giştîyê êrîşan bi motoran tên kirin, ji ber vê yekê di hinek bajaran da şixulandina motoran hatin qedexekirin. (ÎLKHA)