Henîyye: Berxwedana Filistînê li ser pîyaye û ew ê tu car jî serî xwe netewîne

Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Buroya Sîyasî yê HAMASê daxuyand ku pêşanîya wan parastina prensîbên Filistîn, derheqê Quds û Mescîdî Eqsayê de jî nedayîna tawîzê ye.

Ekleme: 14.01.2022 13:50:29 / Güncelleme: 14.01.2022 13:50:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Henîyye di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ku HAMAS di warê prensîbên xwe de ripîrast li ser pîyaye û ew ê tu car jî serê xwe netewene û dû re daxwaz kir ku berxwedana  Filistînê belavê Xezzeyê û Şerîaya Rojhilat jî bike.

Henîyye îfade kir ku ew xebatên xwe yên li ser proxramekî sîyasî yê ku hemû Filistînîyan beşdarî bibin û li ser îttîfaqê bikin ve berdewam dikin, ew bi vê armancê ji bona ku Rêxistina Xelasîya Filistînê ji nû ve vesazî bikin, xebatan dikin.

Henîyye di berdewama axavtina xwe wisa  got , “Pêşanîyê me yê dinê jî azadkirina êsîran e. Di nav destê leşkerên Tûgayên Qessam de 4 leşkerên rejima îşxalker êsîr in. Muhtemeleke ku pêguherîyekî êsîran çêbibe, êsîrên ku ji Girtîgeha Gîlboayê bi Tinêla Azadîyê revîyan û cardin hatin qefaltin jî ew ê bibin perçeyekî vê pêguherînê. Berxwedana Filistînê, xwedîyê wî qewetê ye ku rejima îşxalker ji bona pêguherîyê êsîr bide qirardayîn.”  (ÎLKHA)