Li Çînê teqîn: 7 kes mirin

Li Çînê di santrala hîdroelektrîkê de teqîn çêbû, di encama teqînê de 7 kes mirin û piştî teqînê malên li derdora santralê jî di bin avê de man.

Ekleme: 14.01.2022 09:35:25 / Güncelleme: 14.01.2022 09:35:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li agahîyên ku hatinê bidestxistin teqîn li wîlayeta Sichuana Çînê di santralekî hîdroelektrîkê de pêk hat ku hê sedema teqînê nayê zanîn.

Hat destnîşankirin ku 7 kes ji tesîra teqînê mirin û 2 kes jî di santralê de asê man.

Piştî teqînê malên derdorê jî di bin avê de man.

Hat ragihandin ku li herêmê bi sedan kes hatin tehlîyekirin û xebatên lêgerîn û xelaskirinê jî berdewam dike. (ÎLKHA)