Weqfa Êtîman êtîmên li Agirîyê kêfxweş kir

Weqfa Êtîman li navçeya Patnosa Agirîyê, malbatên êtîman zîyaret kir, di encama projeya “Qapûtek û Botek” de ji gelek zarokan re alîkarî kir.

Ekleme: 13.01.2022 15:15:36 / Güncelleme: 13.01.2022 15:15:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqfa Êtîman yê ku fealîyetan ji bo êtîm û sêwîyan re dike, di  cemedekî wisa yê Agirîyê de wan zarokên şêrîn kêfxweş dike û xebatên xwe didomîne.

Tamsîlkarên Weqfa Êtîman malbatên mixtac ên ku li navçeya Patnosê ne di mala wan de zîyaret kirin û di encama projeya “Qapûtek û Botek” de ji zarokan re alîkarîya cilê zivistanê kirin.

Temsîlkarên Weqfa Êtîman destnîşan kirin ku bi alîkarîyên xêrxwazan ewê fealîyetên xwe berdewam bikin û ji xêrxawzan re jî ji bona alîkarîyên wan teşekur kirin. (ÎLKHA)