Leşkerekî îşxalker 2 fermandarê rejima îşxalker kuşt

2 serdarê îşxalker li ‘erdên Filistînî yên ku hatine îşxalkirin, ji teref leşkerekî îşxalker ve hat kuştin.

Ekleme: 13.01.2022 12:25:27 / Güncelleme: 13.01.2022 12:25:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku mesele nêzî li Tirbeya Nebî Musaya ku li Gelîya Urdinê yê ku di navbera Quds û Erîhayê de ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Filistînê hatine bidestxistin, 2 îşxalker ji bona ku herêmê qontrol bikin dewrîye digerin, leşkerekî îşxalkerê yê dinê jî dibe qey wan kesan ji welatîyên Filistînîyê ne û wan  kuşt.

Li gorî agahîyan herdû îşxalker jî li cîhê bûyerê mirin. (ÎLKHA)