Ji bo bakûrê welêt hişyarîya berfê hat kirin

Ji teref meteorolojîyê ve ji bo bakûrê welêt hişyarîya berfê hat kirin.

Ekleme: 12.01.2022 15:45:33 / Güncelleme: 12.01.2022 15:45:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Navenda  Hişyarî û Taxmînê ya Herêmê yê Diyarbekir yê Midûrtîya Herêma 15emîn a Meteorolojîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, dibe ku berf tesîra xwe li Sêrt, Êlih, Şirnex û Diyarbekirê zêde bike ku ji ber vê yekê divê welatî haya xwe ji xwe bikin.(ÎLKHA)