Li Efrîkaya Başûr otobuseke rêwîyan û otomobîlek li hev qelibîn: 17 kes canê xwe ji dest dan

Hat ragihandin di encama qezaya ku li Efrîkaya Başûr pêk hat de 17 kes şewitîn û canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 12.01.2022 14:40:31 / Güncelleme: 12.01.2022 14:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li nêzî parêzgeha Lîmpopoyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku ji teref rayedaran polêsan ve hatine belavkirin ji ber teqîna tekela wesayîtê şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û li otobusa rêwîyan a ku ji hember ve dihat qelibî.

Di encama qezaya ku pêk hat de 17 kes şewitîn û canê xwe ji dest dan û 6 kes jî giran birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexwşexanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)