Li Ganayê qeza: 28 kes mirin

Li herêma Bekwaîya Ganayê otobûs û qemyon li hev qelibîn, di encama qezayê de 28 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 12.01.2022 09:50:26 / Güncelleme: 12.01.2022 09:50:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, otobûsa ku ji herêma Bekwaîyê ber bi Akraya paytext ve diçû, li ser rêya Bîbîanîyê li qemyonekîyê ku ji hêla hember ve dihat qelibî û qeza pêk hat.

Hat destnîşankirin ku di encama qezayê de 28 kes canê xwe ji dest dan û 7 jê giran tev de 19 kes birîndar bûn. (ÎLKHA)