Ji bo 4 bajaran hişyarîya cemed û aşîtê hat kirin

Ji teref Midirtîya Herêma 14emîna Meteorolojîyê ve ji bo Wan, Bêdlîs, Mûş û Colemêrgê re hişyarîya cemed û aşîtê hat dayîn.

Ekleme: 11.01.2022 11:40:27 / Güncelleme: 11.01.2022 11:40:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya Midirtîya Herêma 14emîn a Meteorolojîyê, li giştîya herêmê tê tehmînkirin ku ew ê bi tevî cemed û qeşayê mij û elem jî çêbibe.

Hişyarîya cemed û qeşayê: Dibe ku di seatên serê sibê de cemed û qeşa çêbibe, ji ber vê yekê mirovan bila dîqqet bikin.

Hişyarîya aşîtê: Ji ber ku li li çîya û kaşan berf heye hişyarîya aşîtê tê kirin, rayedar û mirov bila bi tedbîr bin. (ÎLKHA)