Serokê Giştî yê HUDA PARê çû serdana Yekgirtûyê Partîya Yekîtîya Îslamî ya Kurdistanê

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê û lijneya pê re li Hewlêra paytexta Kurdistana Başûr navenda Yekgirtûyê Partîya Yekîtîya Îslamî ya Kurdistanê.

Ekleme: 11.01.2022 09:20:27 / Güncelleme: 11.01.2022 09:20:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Lijneya HUDA PARê ji teref Serokê  Yekgirtû Selahaddîn Muhammed Bahaeddîn û endamên partîyê ve hat pêşîwazîkirin.

Ji ber ziyareta ku hat kirin Bahaeddîn ji Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê re teşekkur kir.

Yapicioglu jî di hevdîtinê de destnîşan kir, ew di her fersendê de hewl didin werin ziyareta herêma Kurdistanê û wiha got: “Hevdîtin û gotûbêjên di navbera partîyan de muhîm in ku ez hêvî dikim ev yek bie wesîleya  xêrê.”

Di hevdîtina ku hat kirin de pêwendîyên du alî yên partîyan de û derd û kûlê gelê Kurd hat gotûbêjkirin.(ÎLKHA)